• Friday, 29 November 2024
logo

Karayilan: Dewlet dixwaze bi karanîna ol û bi riya AKP’ê Tevgera Azadiya Kurd parçe bike

Gulan Media January 11, 2011 Nûçe
Karayilan: Dewlet dixwaze bi karanîna ol û bi riya AKP’ê Tevgera Azadiya Kurd parçe bike
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan diyar kir ku dewlet û hikûmeta AKP’ê ne xwedî polîtîkayek ji bo tesfiyekirina Hizbûllahê ye, xwedî polîtîkayek a dana jiyandina Hizbûllahê ne.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bersiv da pirsên ANF’yê û got; “Divê êdî Hizbullah nebe amûra polîtîkayên dewletê. Divê tiştên wisa bikin ku xwe bi civakê bidin efûkirin. Ji ber ku ger li dijî gelê Kurd mîna xencerekê rol bilîzin, wê bê encam bimînin.”

Karayilan bal kişand li ser komegorên li Kurdistanê û diyar kir ku ji vana gelek zêdetir komegor hene. Karayilan got; “Bi taybet li herêma Xerzanê hene. Gelek ji vana yên gêrîlayên me yên jiyana xwe ji dest dan û beşek ji wana jî ya welatparêzên hatine înfazkirin in.

SÎSTEMEK VAN CINAYETAN PÊK ANIYE

Karayilan destnîşan kir ku heta niha jî kesên van cinayetan pêk anîne nehatine darizandin û got; “Em dizanin kesên kuştinên kiryarên wan nediyar pêk anîn netenê JÎTEM’van û Hizbullahvan in. Sîstemekê van ciyanetan pêk aniye.” Karayilan bal kişand ku dewlet heta niha bi ser van cinayetan nixamtiye û niha jî hewl dide binixîme û got; “ Bê guman sedemê vê yekê jî polîtîkaya dewlet û hikûmeta AKP’ê ya derbarê vê mijarê de ye.”

AKP LI GOR HÊZÊN KÛR TEVDIGERE

Karayilan got; “Ger dewlet û Hikûmeta AKP dibêje “ji ber sedema vê madeyê hatine berdan’ ev yek ji rastiyê dûr e. Diyar e ku AKP li gor hinek hêzên kûr tevdigre. Evane jî ji ber encamên polîtîkayekê hatine berdan. Berdana van kesane li ser bingehê vê polîtîkayê pêk hatiye. Bêguman armanca vê polîtîkayê jî heye. A yekem ev e. A duwe jî deynek ê xwe dane. Ji ber ku dewlet ji kiryarên Hizbullahê yên li Kurdistanê berpirs e. Li vir hevkariyek a suc heye. Ji ber vê jî bi awayek nerm li girtîgehan nêzî wan bûne. Hinek hêzên di nava dewletê de jî bi awayek nerm nêzî Hizbullahê bûne. Mînak, weku di çapemeniyê de hat gotin, dema ew li girtîgehê bûn înterneta wan jî hebû. Ango dewlet û hikûmeta AKP’ê ne xwedî polîtîkayek ji bo tesfiyekirina Hizbûllahê ye, xwedî polîtîkayek a dana jiyandina Hizbûllahê ne. Em vê yekê wiha dizanin. Bi van serbestberdanên dawiyê vê hemleyê pêngavek din pêşdetir birin.”

Karayilan bibîr xist ku balkêş bû ku ev yek di demek ku behsa çareseriyê tê kirin û çareseriya pirsgirêka Kurd tê nirxandin de pêk hat û got; “Di vê mijarê de AKP û Dadgeha bilind diavêjin ser hevdu, lê dixwazin bi vî awayî li ser vê yekê binixûmînin.”

BINGEHÊ HEMASA KURD TUNE

Karayilan got; “Ez bawer nakim ku bingehek civakî yê avakirina Hemasek Kurd hebe. Lê li vir polîtîkayek û armancek a vê polîtîkayê heye. Ji ber ku piraniya gelê Kurd bi awayek bibiryar û diyar xwe gihandin tekoşîn azadî. Em vê yekê wiha dibînin ku niha jî dewlet dixwaze bi karanîna ol û bi riya AKP’ê Tevgera Azadiya Kurd parçe bike, lewaz bike, dixwaze di nava civaka Kurd de dubendî, sêbendiyan derxîne. Dixwazin di vê çarçoveyê de bi serbestberdana vana encamekê bigirin. Diyar e ku armanca ya dewletê heye. Ev yek dixuyê ku dixwazin ol bikar bînin û bi hestên olî yên gelê Kurd bilîzin. Lê meriyet û siyaseta PKK’ê vana vala derxistiye.

Karayilan diyar kir ku PKK rêxistina herî samîmî nêzî ol dibe ye. Ehlaq û şêwaza jiyanê ya ku PKK nuneriya wê dike, bersivek xurt daye oldariya rastîn û got; “Motîfa ku me pêşxistî cewhera baweriya jidil teşkîl dike. Ji ber wê jî dixwazin arîşeya ol bikar bînin û bi wê yekê gelê Kurd bixapînin.

Karayilan wiha berdewam kir; “Ev mirovane di demên borî de bi awayên pir xirab hatin bikaranîn. Ger em li dîrokê vegerin, wê bê dîtin ku di dema serhildanan de polîtîkaya dewletê ew bû ku hertim Kurdan bi Kurdan bidin şkandin û ji wê yekê encam bigirin. Ev polîtîkayek klasîk a dewletê ye. Di mijara Hizbullahê de jî heman tişt bi awayek ziravtir hatiye pêkanîn. Dixwazin bi van polîtîkayan beşek ji Kurdan bidin gel xwe û bi wana aliyê Kurd ên serhildan dikin, dikin hedef û dixwazin wan biçewisînin. Lê di hemû serhidlanan de kesên hatine bikaranîn jî hatine tesfiyekirin. Ev yek di hemû serhildanan de dubare bûye. Mînaka herî balkêş a vê yekê serhildana Dêrsimê ye. Piştî ku Rêberê me dîl hat girtin, êdî dewlet wisa fikirî ku êdî tevgera me nikare şer bike û êrişê Hizbullahê kir. Di vê çarçoveyê de rêberên wan hatin kuştin û qadroyên wan jî hatin girtin.”

DIVÊ HIZBULLAH XWE BI CIVAKÊ BIDE EFÛKIRIN

Karayilan diyar kir ku divê Hizbûllah xwe bi civakê bide efûkirin û wiha berdewam kir; “Divê êdî ev mirovane bixwe bifikirin. Herçendî rewşa wan giran be jî, ger hestên wan ên mirovahî hebe, divê êdî ji bo polîtîkayên dewletê yên li dijî civaka ku ew ji nava wê derketine nebin amûr. Divê tişta ku ew bikin ew be ku xwe bi civakê bidin efûkirin. Ji ber ku ger li dijî gelê Kurd mîna xencerekê rol bilîzin, wê bê encam bimînin. Dema mirov li rêxistiniya gelê me û asta wê ya tekoşînê dinêre, mirov dibîne ku êdî ev kiryarên kontrayî bê fayde ne. Ji ber wê jî divê ev kesane rewşa ku têde ne bibînin û ji bo hesabên AKP’ê yên dengan û hesabên cûda yên dewletê nebin amûr.

KES NIKARE BÊJE BDP, KCD, QENDÎL, ÎMRALÎ Û CÛDAKARIYÊ BIAFIRÎNE

Karayilan destnîşan kir ku axaftinên wî têne berovajîkirin û got; “Ji beriya niha nûçegihanên New York Times hatin û bi min re hevpeyvîn pêk anîn. Hemû gotinên hevpeyvînê zelal in. Şîroveyên xwe jî xistine nav, lê tu berovajîkirin têde tune. Gotinên ku min gotine, wek ên Rêberê me gotîne, wekhev in. Vê yekê Rûşen Çakri jî nivîsandiye. Ango Rêberê me bi xwe jî gotiye “Ez ne di rewşek wiha de me ku fermanan bidin, ez tenê rêbertiya pratîk dikim”. Dîsa min jî gotiye “Rêberê me ne di rewşek wiha de ye ku bikaribe fermanan bide, ji ber şert û mercên têde ne nikare biryara çalakiyan bide, tiştên wiha rêveberiya rêxistinê dike”. Ji ber ku ev rastiyek e. Lê ew Rêbertiyek e. Em jî ew kesên ku li ser xeta Rêbertiyê bûne qadro û siyasetê dimeşînin. Hemû qadroyên di sîstema KCK’ê de an jî, saziyên di qada siyasî de tevdigerin, an jî pêkhatiyên cihêreng ên welatparêz ên Kurd, bi vê xetê bawer in û li derdorê Rêbertiyê xwedî helwestin û têdikoşin. Kes nikare bêje BDP, KCD, Qendîl, Îmralî û cûdakariyê biafirîne. Jixwe tevgera me û saziyên din ên Kurd, kesek nikare cûdahî têxe navbera wan û rêbertiya me. Ji ber ku Rêberê vê tekoşînê ye. Bi navê gelê Kurd nuneriya rastiyekê dike. Dikarin bi navê Tevgera me û hemû saziyên wê yên têkoşer, hevdîtin û diyalogan li Îmraliyê pêk bînin. Di vê mijarê de yek muxatabê hemû herkesê digihîne hev ew e.”

Gelê Kurd îro li ser xeta Rêbertiyê, tekoşînê aniye asta çareseriyê. Kesek nikare vê rastiyê virde û wirde bibe. Yekem car e ku gelê Kurd bi vî awayî, li ser xeta rêberiyek wiha bûye yek. Em nikarin bi tu awayî vê firsendê ji dest berdin.

Ger ew Rêberek be, wê demê dikare hemû xebatên Tevgerê û kesên di van xebatan de rol werdigirin, binirxîne û rexne bike. Nêrînên xwe yên derbarê Komxebata KCD’ê diyar kir. Pêşekiya wê kêm dît. Got dikaribûya baştir bihata nirxandin. Û bal kişand ku divê raya giştî ya Tirkiyeyê li ber çavan bihata girtin. Ev rexne û nêrînên normal in. Ne ku Xweseriya Demokratîk, pêşekiya di komxebatê de derketî kêm dît. Lê xwestin ku bi nirxandinên “komxebata KCD’ê red kir, Xweseriya Demokratîk avêt sergoyê û hdw...” vê yekê berovajî bikin. Lê li gel me çandek demokratîk a nirxandinê heye. Dibe li gel we tune be.

BAYDEMÎR KADROYEKÎ SIYASÎ YÊ DOZA AZADIYÊ YA KURDAN E

Dîsa di pêvajoya borî de Rêbertiyê derbarê şaredarê bajarê Amedê Osman Baydemîr de hin rexne û hişyarî kiribû. Bi rojan ev kirin rojev. Wekî ku Osman Baydemîr dabe hember û hatibe redkirin. Na. Osman Baydemîr jî di zemîna legal a Demokratîk a Kurdan de dirûv girtiye û kadroyekî siyasî yê doza azadiya Kurdan e. Rêbertiya me dikare me hemûyan rexne bike. Li wî jî rexne kiriye. Jixwe wî, jî pozîsyona ku hewce bû girt. Dikare bêhtir kûr bike wê pozîsyona xwe dixebite, ew ê bixebite jî… Yanî hûn nikarin bi vê fikra ku gelo em ê bikaribin veqetînekê pêk bînin û bi dek û dolaban encamekê bi dest bixin. Em, hemû, herkes qûlwara xwe de em têkoşînê di xeta azadiyê de dide. Rexneyên bi vî rengî tu kesî nade hember xwe. Berovajiya vê yekê me şefaftir, zelaltir û bêhtir bi hêz dike. Em ji bîr nekin ku yekîtiya PKK’ê ku nayê leqandin li ser bingeha rexne û xwerexneyeke xurt hatiye avakirin. Di rewşên çewt de bi xwerexneyî nêzîkbûn mezinahiyek e. Ji lew re di rewşên me yên ku em bêhtir pê zelal dibin yanî rexne û xwerexneyê de kesên ku difikirin û dibêjin “veqetîn pêk tê” ew ê her dem werin xapandin. Îro li ser xeta Rêbertiya me her kes ji bo ku ev doz bi ser bikeve têdikoşe û ew ê bi giyanekî xurtir vê têkoşîne bidomîne.

DEWLET LI PEY PLANÊN XERAB E

Hin rayedarên ewlekariya dewletê çûne ji Birêz Baydemîr re gotine, “Biryarên PKK’ê yên derbarê te de hene, em pasvanan bidin te” û nizanim çi gotine. Bêguman wî jî qebûl nekiriye lê ji vê jî dertê hole ku dewlet li pey planên xerab e. Divê raya giştî vê baş bizane, “Qethiyen û qethiyen tu biryarên tu hêzên me derbarê birêz Baydemîr de tune ne û ew ê tune be jî.” Di vê têkoşînê de kêmasî û qelsiyên herkesî dibe hebe. Kêmasiyên kê hebe her dem ew ê werin rexnekirin, lê di heman demê de li wan xwedî jî tê derketin. Ev tevger tevgereke ku dizane li têkoşerên xwe û gelê Kurd xwedî derkeve. Em di vê çarçoveyê de nêzî Baydemîr jî dibin. Di tiştekî ku li dijî wî pêk were de de dewlet berpirsiyar e. Ev tiştekî aşkere ye. Kes nikare ji ber cudahiyên uslûba me dubendiyê di navbera me bixe. Divê her kes vê zanibe. Em tevgerek demoratîk in. Dibe nêrîn hebin, lê li dijî nêrîna rexne jî hene. Lê wisan nîşan didin ku em tevgerek pir totalîter û hişk in. Lê paradîgmaya ku Rêbertiya pêş xistî, demokrasiya dewletî ya roja me ya îro pir û pir derbaz dike. Rastiya civakî û sîstemek demokratîk ji xwe re dike bingeh. Lihevanînên derbarê vê mijarê de hemû berovajkirin in. Di çarçoveya şerek deronî (psîkolojîk) de bi awayek zanatî tînin rojevê. Helwesta me ya di vê mijarê de zelal û diyar e.”
ANF
Top