Înterpol biryara girtina Mela Kirêkar dide
Berpirsê polîsên înterpol ê li Herêma Kurdistanê mûlazim Nîhad Newzad derbarê destpêka karkirina polîsên navnetewî de dibêje, pêwîste hevsengiya navbera Herêma Kurdistanê û welatên derve de ji bo bicihkirina fermanên yasayî yên derveyî Herêma Kurdistanê li dijî hevwelatiyên nav Kurdistanê de ji bo girtina wan dihat û berevajî jî, polîsên navnetewî yên li Herêma Kurdistanê “Înterpol” ku li herêmê navnîşana wê ya fermî ‘Yekîneya peywendiyên navnetewî ya li Herêma Kurdistane.’ Ji sala 2006an ve destbi kar kiriye û girêdayî ‘Rêveberiya giştî ya polîsên herêmê/ Wezareta Navxwe ye.”
Newzad derbarê awayê girtina tometbarên li Herêma Kurdistanê ya ji aliyê polîsên înterpol ve got: “Piştî wergirtin an hebûna giştîkirina derbarê girtina tawanbar de, em dosyeya girtin û biryara werdigerînin li cihê niştecihbûna gunehbar yan jî navnîşana herî nêzîkî wî. Pişt re em pêşkêşî cihê pêwîst dikin. Piştî girtina agahdariya cihê dozveker vedikin û tawanbar rêdikin gel wan.”
Berpirsê yekîneya peywendiyên navnetewî yê Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku hevsengî li gel rêveberiya polîsên Erebî û navnetewî, yekeyên polîsên navnetewî ya li welatên cîhanê, balyozxaneya welatên biyanî yên li İraqê, konsûlxaneyên li Herêma Kurdistan û wezareta navxweyî ya İraqê heye. Newzad derbarê hêjmara gûnehbarên ku li ser daxwaza polîsên navnetewî “Înterpol” hatîn girtin jî dibêje; “Heya niha 44 tometbar hatine girtin û rewaneyî welatên cûda cûda kirine. Herwiha li peyçûn ji bo gûnehbarên ku hêj nehatîn girtin tê kirin.” Regezname û tawanên wan gûnehbaran jî eşkere dike; “Ew gûnehbarên li welatên cûda cûda hatîn daxwazkirin, ji wan jî Tirkiye, Îran, Ewûstûrya û Rûsya ne. Herwiha gûnehê wan jî cûda cûda ne, ji wan jî; kuştin, bazirganîkirina bi mirovan û dizî.”
Mûlazim Nîhat Newzad hêjmara wan tometbaran jî eşkire dike yên ku ji aliyê wan ve daxwaza girtina wan hatîn kirin û polîsên Înterpol jî wan re girtin. Newzad di vê derbarê de got: “Bi armanca girtina tometbarên xwe li welatên cîran û cîhanê veşartîn û li Kurdistanê tawan encamdayîn, bi rêya agehdarkirina polîsên Ereb û navnetewî heya niha 36 gûnehbar li dervey welat hatine girtin. Herwiha rewaneyî Herêma Kurdistanê hatine kirin û lêkolîn li gel wan hatiye kirin.”
Berpirsê polîsên înterpol ê li Herêmê derbarê tometê wan kesên hatîn girtin de jî dibêje: “Kesên hatîn girtin hêjmarek a wan têkiliyên wan bi grûbên terorîstî ve hebû. Hinekên din jî tawanên cûda yên wekî, kuştin, bazirganîkirina bi madeyên hoşber (bêhişkirin), hîlekirin û tawanên din encamdane. Ew gûnehbar jî li welatên wekî Sûrye, Tirkiye, İngîltere û çend welatên din rewaneyî Kurdistanê hatine kirin.”
Mûlazim Nîhat derbarê tometbarên ji aliyê dadgeha bilind a tawnanan ve daxwaza wan hatî kirin û niha li derveyî welat jiyan dikin de jî got: “Her çi fermanek a girtinê ji bo me hatibe, me gihandiye hemû rêveberiyên girêdayî rêveberiya giştî ya polîsan û ji bo bigirin. Her tometbarek ji aliyê dadgehên taybet ji bo vê armancê li Herêma Kurdistanê ji me daxwaz bike, emê bênin cih. Eger li rêveberiya polîsan zanyarî li encamdana tawan hebe, fermana girtinê hebe û li derveyî Herêma Kurdistanê be, wê demê fermangehên girtinê bi awayek yasayî gişkandin dikin û rewaneyî wî welatî dikin ê ku zanyarî hene ku gûnehbar lê jiyan dike. Ji bo bên girtin.”
Mulazim Nîhad ew yek jî eşkire kir ku wan daxwaz ji polîsên navnetewî kiriye ku sekreterê berê yê Ensarûl Îslam Mela Kirêkar bigirin û dibêje: “Me wekî yekeya peywendiyên navnetewî yên Herêma Kurdistanê daxwaz ji rêveberiya polîsên navnetewî kiriye ku wan kesan ji me re bigrin ên ku tometên terorî li ser wan heyîn. Yek ji wan tometbarên ji aliyê dadgehê ve hatî daxwaz kirin, Mele Bextiyare. Heya niha bi armanca girtina reşnivîsek yasayî, vegera bo Herêma Kurdistanê, li gor yasaya İraqê dadgehkirin û tometên hatîn rewanekirin, kar li ser tê kirin.”
Mulazim Nîhad derbarê karên herî giring ên yekaya wan de dibêje: “Hevsengiya ji bo girtina li ser asta cîhanê, asankirina geşkirina zanyariyên tawan, şîrovekirina zanyariyên tawan û dirûstkirina nûsîngehek zanyarî li ser tawanbarên navnetewî ye.”
Rojnam Rudaw