• Friday, 29 November 2024
logo

Ew balefira li Urmiyê ketî, çar welatiyên Herêma Kurdistanê jî têdebûn

Gulan Media January 11, 2011 Nûçe
Ew balefira li Urmiyê ketî, çar welatiyên Herêma Kurdistanê jî têdebûn
Li Îranê balafira tîpa Boeing 727 ku sefera navbera Tehran û Urmiyê dikir û ji ber rewşa hewayê li bakur rojavayê wî welatî ketî xwar li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê di balefirê de 105 kes hebûn jê 77 mirin û 28 birîndarin.

Di balefirê de hejmareka Kurdan hebûn û jê 4 welatiyên herêma Kurdistanê jî têdebûn, navê wan jî evên li xwerê ne:

1 Tahêr Bapîr Yasîn
2 Hêriş Wehîd Arêf
3 Heval Ebdela Ehmed
4 Şadan Kameran Mihemed Salih
Top