Demîrtaş: Dixwezin tevgera kurd û Hizbullahê berdin hev
Hevserokên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattin Demirtaş û Gultan Kışanak, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tuğluk, îro, derbarê Doza KCKê de ku dê 13ê Rêbendanê li Diyarbekirê bidome, civîneke çapemeniyê a hevbeş li dar xistin.
Hevseroka KCDê Aysel Tuğluk daxuyanî xwend û bi bîr xist ku heta niha li dora 2 hezar kes ji encama “operasyonên KCKê” hatine girtin û ev wek “qirkirina siyasî” nirxand.
Bi dû re Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş, pirsên rojnamevanan ên li ser berdana girtiyên ji Doza Hizbullahê bersivandin.
Demirtaş, bal kişand ku gelê herêmê kuştinên kiryarnediyar ên bi piştgiriya dewletê pêk hatine ji bîr nekirine û wiha axivî:
“Rêxistina ku berê kuştinên kiryarnediyar pêk dianîn, li herêmê wek Hizbul Kontra dihat nasîn. Niha jî tê xwestin ku tetîkkêşên wan kiryaran, hinek rêxistin û cemaetên dînî û tevgera kurd bînin beramberî hev. Em vê yekê rast nabînin.”
Demirtaş, bal kişand ku girtiyên ji Doza KCKê dê xwe bi kurdî biparêzin û got, ev mafekî bingehîn e.
Ahmet Turk, derbarê daxwaza lîderê PKkê Abdullah Ocalan a “Bila Hizbullah di nav KCDê de cih bigire” de wiha got, “Em ji bo hemû dîn, bawerî û hemû cudahiyan bi rêz û hurmet in. Lê ji bo siyaseteke sivîl û ji bo statûyeke sivîl diviya ew jî bi vê yekê bawer bikin.”
(AKnews)