• Friday, 29 November 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: PDKê dê giliyên li ser medyayan bikşîne

Gulan Media January 10, 2011 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: PDKê dê giliyên li ser medyayan bikşîne
Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ragihand ku PDKê pêbendê azadiya raderbirînê ye û wek nîşandana niyazpaqijiyê, biryar daye hemû giliyên xwe yên li ser rojname û nivîskaran bikşîne.

Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de li gel rojnam Rûdawê da zanîn ku PDKê bi çi awayekî ne li dijî azadiya raderbirînê ye û hertim diyaloga di navbera rojnamevanan û desthilatê de wek pêwîst dizanin ne ku rik, kîn û dijminkarî.

Barzanî li ser yasaya rêxistina xwepêşandanê û îmzekirina wê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve jî got, “Ji ber ku hemû grûbên di Parlamentoya Kurdistanê de beşdarî gotûbêjên li ser wê bûn û naveroka wê jî li ser binemayê erka hikûmet ya li hember welatiyan hatiye dariştin ne ku li ser zeftkirina mafên welatiyan, Serokê Herêma Kurdistanê Yasaya Xwepêşandanê îmze kiriye.”

Her weha Barzanî hêviya wê çendê jî kir ku kişandina giliyên PDKê yên li ser rojname û nivîskaran wek nîşandana niyazpaqijiyekê, ji bo rojnamevaniyeke berpirsiyaranetir di Herêma Kurdistanê de bibe handerek, çi rojname û rojnamevanek bi rik û kînê kar neke çunkî ew digel azadiya raderbirîn û rojnamevaniyê nagunce.
Top