Parêzgarê Duhokê û Adiyamanê civiyan
Ci civînê de ku Cîgirê Parêzgarê Duhokê û Serokê Civata Parêzgehê amade bûn, xurtkirina têkiliyên aborî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de hat niqaşkirin.
Li gorî nûçeya malpera Parêzgeha Duhokê, Temer Remezanê bal kişande ser girîngiya veguhertina serdanan di navbera herdu aliyan û girîngiya vekirina Serkonsolxaneya Tirkiyeyê li Hewlêrê ji bo pêşdebirina têkiliyan.
Ji bal xwe ve Parêzgarê Adiyamanê logoya parêzgehê û hinek kel û pelên folklorê Adiyamanê pêşkêşî parêzgarê Duhokê kir.
Derbarê armanca serdana xwe parêzgarê Adiyamanê xuya kir ku Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze têkiliyên xwe digel welatên hawirdor baş û bihêz bin û wiha domand, “Em jî dixwazin van têkiliyan di hemû waran de digel Herêma Kurdistanê bêtir pêşve bibin.”
Hêjayê gotinê ye, şanda parêzgeha Adiyamanê ya Tirkiyeyê pêk hatiye ji Parêzgar, Şaredar û Serokê Odeya Bazirganî ya Adiyamanê.
Adiyaman li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê ye û nîştecihên wê parêzgehê piranî kurd in.
(AKnews)