Kurdistan di aliyê geştûguzariyê de ji 41 herêmên tevî xweş e
Di lîsta wan 41 welat û herêmên herî xweş ku di wê raportê de hatiye belavkirin, Santiago paytexta Chileyê di serê lîstê de ye û bi cihekî xudan kiltûrekî zengîn hatiye naskirin, her wiha bajarê Miami yê Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê di dawiya lîsteyê de ye ku cihekî hunerî yê taybet bi muzîkê û balkêş e.
Derbarê Herêma Kurdistanê jî ku di pileya 34ê di lîsteyê de cih girtiye, behsa bizavên fîrmayên geştûgozariyê dike ku navçeyeke stratejî ye û welatiyên biyanî di nav de yên Emrîkayê serdana wê dikin.
Di lîsteyê de Herêma Kurdistanê ji çend navçe û herêmên dinyayê balkiş û xweştir hatiye diyar kirin wek Herêma Durham ya Îngilîstanê, Kosovo, Pingyao li Chine, bendera Salonica li Yonanistanê, Herêma Okinawa li Japan, paytexta Hungaryayê Budapest û Miami li Emrîka.