• Friday, 29 November 2024
logo

Li Başûrê Sudanê dengdanê dest pê kir

Gulan Media January 9, 2011 Nûçe
Li Başûrê Sudanê dengdanê dest pê kir
Li Başûrê Sudanê di referandûma serxwebûnê de ku dê hefteyekê berdewam bike dengdanê dest pê kir. Nêzîkî 4 milyon welatiyên Başûrê Sudanê ku beşdarî referandûmê dibin, dê biryara xwe bidin ka ji bakur cuda bibin yan na.

Salva Kiir serokê aliyê Başûrê Sudan, dema dengê xwe da axaftinek kir û dengdan wek ‘’kêliyeke dîrokî’’ binav kir.

Li Başûrê Sudanê ku piraniya wan Xirîstiyan in û cihê wan di warê petrolê de dewlemend e, tê çaverêkirin ku ji bakur cuda bibin. Li Bakurê Sudan jî piraniya daniştvanan Misilman in.

Hikûmeta Sudanê, bi rêkeftina sala 2005an ku şerê 20 salan ên navxwe bidawî anîbû, qebûl kiribû ku ger di derencama referandûmê de başûrê welat ji Sudanê cuda bibe dengê xwe dernaxe. (Rudaw)
Top