• Friday, 29 November 2024
logo

Barzanî: “Eger bibe dîktatoriyet, em ê cuda bibin”

Gulan Media January 9, 2011 Nûçe
Barzanî: “Eger bibe dîktatoriyet, em ê cuda bibin”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî, di hevdîtina xwe ya digel şanda ragihandina Kuwêtî diyar kir ku têgihîştineke şaş li ser têgeha "mafê çarenûsînê" heye, di rastiyê de mafê çarenûsînê mafekî rewa ya miletê Kurd e, lê em rewşa niha ya herêmê dizanin û Kurdan jî biryar dan ku parçeyek ji Îraqa federal bin û wiha berdewam kir:
kêşe ne mafê çarenûsînê ye, lê çawahiya jiyîna wê ye û ta ku destûr deselatdar be, em ê di nav sînorê Îraqê de bimînin û destûr jî mafê federalîzmê dide Kurdan û wiha pê de çû: "Lê di heman dema ku dîktatorek deselatê bi dest bixe, em ê serxwebûna xwe ragihînin û xulekekê jî nawestin, em ê tecrubeya xwe ya bi Sedam û partiya Baas re dubare nekin."
Top