Serok Barzanî serpereştiya civîneke berfireh kir
Li destpêka civînê de, Serok Barzanî bi xêrhatina amadebûyan kir û ragihand ku ewê em hemû şanaziyê pêve dikîn yekrêziya mala Kurdistaniyane ku îro hest dikim mijule derzekî têda bikevê ku eve jî ji xwe li terora fîkriyê ve dihête dîtin, ji bo wê yekê min xwest ji nêzîk ve û bi awayeke rûn û eşkere pêkve behsa vê rewşa xwe bikîn û gûh li nêrîn û dîtinên we bigrim bo ku zû vê derzê tije bikîn û ji vê zêdetir cîh bi nehezan nedîn ku sûd ji vê derzê wergirin. Nabê yasayek opozîsyon li ser rêk nebê ez ret bikim, ez ku îmzaya yasayek dikim wekî rêzgirtineke li ser wê dengê zêdeyê ku li Parlemena Kurdistanê da deng pê hatiye dayîn, lê belê pirsiyar eweye gelo li nav Parlemen û berî ku yasa ji bo min bihête bilind kirin guftûgoyên pêwîst li ser nayê kirin? Birastî ez mecburim ewê ku bi zêdetirê dengan deng li ser hatibe dayîn ez îmza bikim û eger aliyek pêyî wiha bê dikarê deh hezar kes dijî yasayê kom bike ji xwe ewê zêde jî dikarê li beramberî wan de deh hezar kes sed hezar kes bîne ser kolanan, lê belê gelo eve dirûste? Ez bi tu awayek yasayek îmza nakim ku qedexekirina xwepêşandanê bike, lê belê bi raya hemûyan rêkxistin tiştekî başe, em wekî Herêm û welat herdem armanca nehezanin ewên ku çavê wan bi vê ezmûnê hilnayê, ji bo wê yekê hinek tiştên pêwîst ku li ser şanê meye divê qebûl nekîn, dibe ku gelek kes ewe nizanê ku li serê salê da komek terorîst hatin girtin ku mijul bûn emniyeta Herêmê têk bidin, ji bo wê yekê ku dibêjim hinek tişt divê qebûl nekîn ez dizanim çi dibêjim. Eger desthilat mafê xwepêşandanê qedexe kiribê heqê hemû keseke dijî rawestê, lê belê ku yasa wê mafê li kesekî qedexe nekiribê, pêwîste ew aliyên ku têbînî li ser hinek birgeyên nav yasayê heye piştî demekî daxwaza hemwarkirinê bike.
Ez bi yek çavî temaşe hemû aliyan dikim, min li ber xwedê û gel sond xwariye û li gor yasa jî ez nûnerayetiya gel dikim. Başe eger aliyek ku 25 kursî li Parlemen hebê gelo diruste xwe bi nûnerê hemû gel bizanê, eger wiha bê êdî kursiyên din nûnerayetiya kî dikin.
Ji bo min gelek seyre ku dibêjîn azadî hatiye teng kirin, başe eger azadî hatibe teng kirin êdî çawa wan hemû nivîsan belav dikin ku hinek ji wan hêlên sor jî derbas kirine.
Rojnamevanî li Herêm azade û azadiyeke baş jî daye, lê belê eger yek rabe keseke din an aliyeke din teşhîr bike, gelo mafê wî yekiye yan wan aliyan jî tûne lêpirsînê dijî wan kesan tomar bike? Hebûna rayên cûda tişteke gelek asayiye, lê belê bi mercek ew raya cûda nebê sedema dirustbûna kelênek ku wiha li nehezên me bike sûd jê werbigrin, gelo tiştekî ne asayiye polîs ji xwepêşandanê agahdar bibê, polîs hêzekî we bi xwe ye û kurê vî geliye û ku dihêt ji bo parastina jiyana tu dihêt, ji xwe eve li hemû welatên cîhanê da wihaye û berî her xwepêşandanek divê rizamendiya wan bihête wergirtin, tiştê siyasî nabê têkilî tişteke din bihête kirin, ku ew desthilat ne bi dilê tebe, hewl bide li hilbijartinên bê da wê desthilatê wergire, niha bi hilbijartina zêdeyî şer'iyeta xwe heye û divê rêz li wê şer'iyetê bihête girtin.
Em divê rûyê geşê welatê xwe nîşana cîhanê bidîn, eger her gîr û giriftek jî rû bide pêwîste pêkve û li hûndir çareser bikîn. neku wekî wan aliyan ku hêvî dibe ber yekî din û jêra dibêje li berkeftê da hesabekî cûda li teketula fraksiyona Kurdistaniyan ji bo min bike, ez berê jî Goran agahdar kiribû ku eger li nav firaksiyonê de ma berkeftê zêdetir didînê û heta çirkeya dawî jî em li benda bersîva wan bûn, lê belê Goran xwest û bi cûda û raste rast li Bexda berkefta xwe hebê û xwe ji fraksiyona Kurdistaniyan cûda kir, ji xwe me jî dixwest ku eger madem xwe cûda kirin bila li Bexda berkeftiya wan hebê, ji ber ku me wiha dizanî ku eve hêzeke din bi Kurdistanê dibexşê, lê belê ku nehat dayîn êdî ji bo çi gileyiyê pêşkêşî me dikin.
Ez daxwaz ji Parlemenê dikim ji bo her yasayek zaraveyên Kurdî bi kar bîne wate ew zaravayên bi kar dihênê ku xelk lê têdigihin, neku ewê ku dîtin û nêrînên cûda li ser bihête dirûst kirin wekî peyva (Cênder) daxwaz li zanayên olî dikim kes raya xwe li ser kesên din da nesepênê û ji ber xwe ve fetwa nede, desteya fetwa heye û ew dikarê biryarê bide bi hemahengî li gel Wezareta Ewqaf û Yekîtiya Zanayên Olî, li heman demî de em dijî teşhîrkirinên bi olîne, ol tiştekî muqedese û divê hemû kes rêz lêbigrê û ew kesê teşhîr jî bi ol dike pêwîste bi tundtirîn awayî bihête sizadan, eve jî neku her ji bo ola îslam, belku ji bo olên din jî, mamostayên olî divê rola amojgariyê bibînê û hewl bide giyana birayetî û aştiyê li nav gelê me da biçespênê ji ber ku Kurdistan bi fireh neteweyî û olî ve xweşike.
Li dawiya civînê de, Serokê Parlemen, Cîgirê Serokê Parlemen, Wezîrên Dad, Ewqaf û Serokê Lîjneya Yasayiya Parlemen û Serokê Yekîtiya Zanayan û Serok û Nûnerên Fraksiyonên nav Parlemena Kurdistanê û amadebûyên din dîtin û nêrînên xwe yên sebaret bi wan meseleyan xistin rû û tekîd jî li ser girîngiya yekrêzî û yek helwestiya gelê Kurdistanê kirin.