• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Parlemena Brîtanya kir

Gulan Media January 8, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeke Parlemena Brîtanya kir
Îro şemî 08/01/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li şandeke Parlemena Brîtanya kir ku ji birêz Nedîm Zehawî û Robert Halfon Endamên Parlemen û Lord Climent Jhonz Endamê Encumena Lordan û hejmarek şêwirmendên Parlemena Brîtanya pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de, birêz Nedîm Zehawî ragihand ku serdana vê grupa Parlemena Brîtanya ku ji her sê hizbê serekiyên wî welatî pêkhatiye û dostê xelkê Kurdistanin ji bo bi hêztirkirina dostayetiya di navbera gelê Kurdistan û Brîtanya ye.

Serok Barzanî, bi xêrhatina şandê kir û hêvî xwest ku bi hemahengiya di navbera her du aliyan pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de berev pêştir biçê û gelek bi hurî jî tîşk xiste li ser rewşa siyasiya Iraqê bi giştî û rewşa Mesîhiyan û yasaya neft û xaz û rewşa veberhênan li Herêma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku Brîtanya dikarê li gelek aliyan ve hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û li proseya geşepêdan û avadankirinê da roleke xwe yê ber bi çav bibînê, bi taybetî ku îro Herêma Kurdistanê derfeteke mezinê sermayeguzarî û çalakiyên bazirganiya veberhênan û ji kompanyayan re rexsandiye û balkişand li ser wê yekê ku siyaseta Herêm handana sermaye û veberhêna derekiye bo ku li çalakiya aborî û bi cîh kirina projeyan da beşdar bibin û ronahî kir ku yasaya veberhênanê li Herêmê da hêsankariyeke mezin têda heye û bi sedema wan yasayên hatine holê dikarin sûd ji wê derfetê werbigrin.

Sebaret bi rewşa Mesîhiyan û behskirina hewlên Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê û girîngîdana bi pêvajo û alîkarîkirina wan û bingeha saz kirinên zêdetir bo ku li rewşa aramiya Herêma Kurdistanê jiyana xwe bi ser bibin, Serok Barzanî ragihand ku ewê ji desthilata Herêmê bê em dîkîn û bi erkeke pîroza xwe dizanîn, lê belê heqiye bernameyeke berfireh bihête danan û Yekîtiya Ewrupa û Neteweyên Yekgirtî jî li rûyê maddiyê ve alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Her wiha li vê hevdîtinê de şanda Parlemena Brîtanya bi navê hemû grupên li nav Parlemena Brîtanya ve destxweşiyê li destpêşxeriya Serok Barzanî kirin ku li encamê da Hikûmeteke nîştimaniya bingeha wê berfireh pêkbê û ragihandin ku li çirkeyeke dîrokî da karîn bi sedema wê destpêşxeriyê ve hemû aliyê Iraqiyan li Hewlêra paytext kombikin û çareseriyek ji bo derketina ji wê qeyranê peyda bikin.

Serok Barzanî dûpat kir ku girîng vekirina girêya kûr û rakirina wan temahiyên nefsî bû û bi vê destpêşxeriyê jî ji bo wan hemû aliyan diyar kir ku em beşekîn ji Iraq bi vê yekê jî hemû ew axaftinên ku dijî bi gelê Kurdistanê de dihatin kirin qaşo dijî yek perçeyiya axa Iraqin û dixwazin rewşa Iraqê têk bidin her hemû hatin pûç kirin. Niha rewşa siyasiya Iraqê başe û mijule ew pirsgirêkê ku mabûn jî bihêne çareser kirin.

Di derbarê pirsgirêkên helawestiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal jî bi yasaya neft û xaz ve jî, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku çareseriya wan pirsan divê li gor destûrê bê û me peymaneke mohr kirî jî li gel Serokê Encumena Wezîran da heye û biryar jî wiha ye piştî dawî hatina pêkanîna Hikûmeta Federal şandeke Herêmê serî li Bexda bike.

Li dawiya hevdîtinê de, şanda Parlemena Brîtanya geşbîniya xwe nîşan dan ku Herêma Kurdistanê li paşarojeke nêzîk da dibê mînakek li ser asta navçeyê û amadehiya xwe jî wekî grûp nîşan dan ku hevkarî kirina Herêma Kurdistanê li hemû waran da bikin.
Top