Li Diyarbekirê tabelaya herî mezin a “duzimanî”
Herî dawî li Bazara Fekî û Zebze ya Diyarbekirê tabelaya herî mezin ku li herêmê bi duzimanî hatiye nivîsandin hat daleqandin. Bi vê yekê re tabelaya herî mezin a herêmê hate daliqandin. Xwediyê depoya hewa sar Mehmet Çelîk, diyar kir ku ew dê hemû alav û amûrên xwe yên li dikanê bi du zimanî binivîsin û li gorî wê rêz bikin.
Çelîk, da zanîn ku kesê bi Kurdî nizanibe êdî li cem xwe nade xebitandin û divê tekez bi Kurdî bizanibe. Çelîk li tesîsa depoyê bi duzimanî tebelaya "Hevpariya Limideté ya Xureke Amed" nivîsand. Bi 13 metreyan tabelaya herî mezin a herêmê daleqand. Çelîk, diyar kir ku dê di nêzîk de bi merasimekê dikana xwe veke û ji bo fermiyetê dê bi daxwaznameyekê serî li rayedaran bide. (Rudaw)