• Friday, 29 November 2024
logo

Li Diyarbekirê tabelaya herî mezin a “duzimanî”

Gulan Media January 7, 2011 Nûçe
Li Diyarbekirê tabelaya herî mezin a “duzimanî”
Li bazara fekî û sezbe ya Diyarbekirê tabelaya herî mezin a duzimanî hat daleqandin. Piştî BDPê û KCDê projeya "duzimanî" dan dest pê kirin, nav, tabela û menuyên duzimanî her diçe zêde dibin.

Herî dawî li Bazara Fekî û Zebze ya Diyarbekirê tabelaya herî mezin ku li herêmê bi duzimanî hatiye nivîsandin hat daleqandin. Bi vê yekê re tabelaya herî mezin a herêmê hate daliqandin. Xwediyê depoya hewa sar Mehmet Çelîk, diyar kir ku ew dê hemû alav û amûrên xwe yên li dikanê bi du zimanî binivîsin û li gorî wê rêz bikin.

Çelîk, da zanîn ku kesê bi Kurdî nizanibe êdî li cem xwe nade xebitandin û divê tekez bi Kurdî bizanibe. Çelîk li tesîsa depoyê bi duzimanî tebelaya "Hevpariya Limideté ya Xureke Amed" nivîsand. Bi 13 metreyan tabelaya herî mezin a herêmê daleqand. Çelîk, diyar kir ku dê di nêzîk de bi merasimekê dikana xwe veke û ji bo fermiyetê dê bi daxwaznameyekê serî li rayedaran bide. (Rudaw)
Top