Herêma Kurdistanê dê otomobêlên xwemalî çêke
Wezîrê Guhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Enwer Cebelî ji Ajansa Kurdistan Newsê re got:
“Hindek sermayedarên Herêma Kurdistanê lêdixebitin ku kargeha çêkirina otomobîlan bînin Herêma Kurdistanê û otomobîlên xwemalî çê bikin. Hel û mercên Kurdistanê jî ji bo avakirina kargeha çêkirina otomobîlan guncan e û di paşerojê de ev proje dê bê bicianîn.”
Cebelî herweha got, “Wek hikûmeta herêmê em nikarin ji bo çêkirina otomobîlan kargeheke hukmî çêkin lê sermayedarên kurd dikarin bi vî karî rabin û dê bibe projeyeke serkeftî jî çimkî Herêma Kurdistanê di warê aborî de pir bilez pêş ve diçe.”
Wezîrê Guhastinê da zanîn ku wek hikûmet ew nikarin ji bo vê projeyê budce terxan bikin çimkî têçûyeke gelek divê lê kerta taybet û sermayedarên kurd dikarin karên bi vî rengî bikin.