• Friday, 29 November 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Serok û Endamên Desteya Bilinda Yekîtiya Dadwerên Kurdistanê kir

Gulan Media January 7, 2011 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Serok û Endamên Desteya Bilinda Yekîtiya Dadwerên Kurdistanê kir
Duhî pênçşem 06/01/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Serok û Endamên Desteya Bilinda Yekîtiya Dadwerên Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, Serok û Endamên Desteyê Bilinda Yekîtiya Dadwerên Kurdistanê, li gel bilind nirxandina helwesta Serok Barzanî beramber desthilata Dadwerî û piştevanîkirina serbixweya dadgeh bê alîbûnê, komek pirsgirêkên Dadwerên Kurdistanê xistin rû ku cihê girîngîpêdana Serok Barzanî bûn û paşê jî behsa çawayiya çareserkirina wan gîr û giriftan û hemahengiya dam û dezgehên pêwendîdar yên li gel Dadgeh û Dadweran da hate kirin.

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Hikûmeta Herêmê divê bi hemû awayekî piştgîriyê li rola serbixweya dadgeh û biryarên wê bike û hemû aliyek jî berpirsê li bi cîh kirina biryarên dadgehe û li vî warî da Hikûmet hengavên girîng avêtiye, lê belê pêwîstî bi hewldanên zêdetir heye.

Her wiha Serok Barzanî behsa rola Dadweran kir û wekî tuwêjekî karîger li bi cîhkirina yasa û dirûstkirina civakeke dadperwer û pejirandina giyanê yasaparêzî li ser bingehên rêzgirtina li dabûnerît û azadî û serweriya yasa.

Hêjayî gotinêye ku li vê hevdîtinê de birêz Azad Îzedîn Mela Findî Şêwirmendê Yasayiya Serokê Herêma Kurdistanê jî amade bû.
Top