• Friday, 29 November 2024
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza postê Hewalgêriya Iraqê dike

Gulan Media January 5, 2011 Nûçe
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza postê Hewalgêriya Iraqê dike
Fu`ad Huseyn Serokê dîwana serokatiya herêma kurdistanê da xuyakirin, ku serokatiya herêma kurdistanê daxwaza wergirtina posta Hewalgêriya (istixbarata) Iraqê dike. Fu`ad Huseyn got, ku heger dabeşkirina postên ewledariyê li gor mafên neteweyî û destkeftên hilbijartinê be, wergirtina posteka ewledariyê ya Iraqê mafê kurd e û ew bi taybetî jî, dixwazin posta hewalgiriyê ji kurd re be.


Fu`ad Huseyn ji rojnameya ElşerqElewset re da xuyakirin, ku fraksiyonên siyasiyên Iraqê dixwazin postên ewledariyê ji kesên ne alîgir re bin. Fu`ad Huseyn got, ku di nav kurdan de kesên jîrên ji bo wergirtina van postan hene.

Di bêjedana xwe de Fu`ad Huseyn da xuyakirin, ku ne rewaye kurd beşdariyê di prosesa ewledariyê û postên wê de neke, ji ber kurd jî beşeke ji sîstema berevaniya Iraqê û divê kurd jî di nav van postan de hebe.

Fu`ad Huseyn da nîşandan, ku ew bawer nakin serokê wezîrên Iraqê Nûrî Malikî jî nexwaze kurd postên ewledariyê werbigirin, ji ber ku ew jî wergirtina van postan ji mafê kurd dibîne. PNA
Top