Elî Riza Pehlewî xwe kuşt
Kurê mezinê şahê Îranê Reza Pehlewî di malpera xwe ya taybet de ragihand, ku birayê wî Elî Riza Pehlewî xwe di mala xwe de kuşt.
Riza Pehlewî got, ku birayê wî Elî Riza herdem ji ber mirina bavê xwe yê şah, xembar û xemgîn bû û duhî li mala xwe ya li bajêrê Bosten xwe kuşt.
Elî Riza Pehlewî 44 salî bû û wek çawa birayê wî Reza Pehlewî dibêje; ji dema ku bavê wî di sala 1979 de ji Îranê hat derxistin û heta ku di sala 1980 de li Misirê mir, ew her di nav xem û kederan de bû. PNA