Hevdîtina YNK û Goran ne siyasî bû
Her wiha ji bo rastkirina nûçeya ku Awêneyê weşandiye, jêdereke agahdar ji mekteba ragihandina YNK ragihand ku rastiya wê nûçeyê bi vê awayiye; Tevgera Goran bi riya heval Yusif Zozanî daxwaz ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê kiribû ku civînekê pêkbînin.
Piştî wê daxwaza Goran, jimareyek ji berpirsên YNK û Goran bi awayeke ne fermî hevdîtin kiribûn, lê ew civîn di warekî civakî de bûye û ti tiştên siyasî nehatiye rojeva wê hevdîtinê. (PUKmedia)