Li Hewlêrê li dijî sivkayetiya bi jinê meşek hat li darxistin
Çalakavana warê mafê jinan Lence Ebdelah ji Aiansa Kurdistan Newsê re axivî û wiha got, “Mebesta me ji vê xwepêşandanê derbirîna nerazayiya xwe li dij sivkayatiya bi dehan melayên mizgeftan bi jinê di gotarên xwe çi li mizgeftan yan jî li ser hin kenalên televizyonan.”
Ebdelah aşkere kir ku bi heman mebest daxwaznameyek pêşkêşî Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê kirin.
Her wiha Ebdelah derbarê daxwazên xwepêşanderan de got, “Daxwaza me ku Wezareta Ewqaf û karûbarên ayînî digel komîteyeke dadwerî û beşdariya rêxistinên mafê mirovan û Parlamentoya Kurdistanê vekolîneke hûrdikî di êrişa 17 kanûna borî de bikin.”
Ebdelah ronî kir ku ew dixwazin li pey yasayê wan kesan bixin ber hesab û perjînê ji ber bikaranîna minareyên mizgeftan bi keyfî û nerewayî.
Di vê barê de Ebdelah daxwaz ji Wezareta Rewşenbîrî û Lawan kir ku rê li ber çapkirina wî tekstê bigire ku tenê sivkayatiyê bi jinê û mafê wê dike
(AKnews)