Pismamê serok wezîrê Iraqê li Amerîka keça xwe kuşt
Polîsên amerîkî gotin ku ji ber ku keça wî nexwestibû li ser urf û adetên îraqî bizewice û îsrar kiribû ku bêzewac bi hevalekî xwe re bimîne, keça wî ya bi navê Nûr ji aliyê bavê xwe Felaf El Malikî ve hate kuştin.
Felah El Malikî di salên 90'an de tevî malbata xwe koçî Amerîka kiribû.
Li gor ajansa Berî 3 salan dema ku keça wî Nûr 17 salî bû, bavê wê xwestibû wê bi xortekî Iraqî re bizewicîne, keçikê red kiribû û çûbû bi hevalekî xwe re di malekê de jiya bû û di restayrantekê de kar kiribû.
Li gor ajansa The Associated Press Bav, bi erebeyê pêl keça xwe kiribû û ew kuştibû.
Pişt cînayetê, ew reviya wîlayeteke din, lê belê piştre ji alyê polîsan ve hate girtin.
avestakurd