• Friday, 29 November 2024
logo

Li Hewlêr agir bi benzînxaneyekê ket û 2 kes mirin

Gulan Media January 5, 2011 Nûçe
Li Hewlêr agir bi benzînxaneyekê ket û 2 kes mirin
Îro berî nîvro agir bi benzînxaneyeke taybet li ser rêya Badawe-Bineslawe yên Hewlêrê ket. Di encam de tankereke petrolê teqiya û bû sedemê kuştina 2 kesan, şewitîn û birîndarbûna 4 kesên din.

Li gor malpera Rudawê Çavkaniyekê ji Asayîşa Hewlêrê bo wan ragehand ku, agir bi benzînxaneya Xaneqa ya li ser rêya Badawe-Bineslawe ketiye û tankereke petrolê jî teqiya ye û di encamê de 2 kes mirin, 4 kesên din jî birîndarbûn.

Heman çavkaniyê diyar kir ku, heta niha sedemê agir pêketina wê benzînxanê nehatiye zanîn û di wê derbarê de lêkolîn berdewam in.
Top