• Friday, 29 November 2024
logo

Li Hewlêrê dijî yasaya xwepêşandanan xwepêşandanek hat lidarxistin

Gulan Media January 4, 2011 Nûçe
Li Hewlêrê dijî yasaya xwepêşandanan xwepêşandanek hat lidarxistin
Bi mebesta nerazîbûnê dijî pesendkirina yasaya rêxistina xwepêşandanan li Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê meşeke bêdeng heta ber deriyê Parlamentoya Kurdistanê hat lidarxistin.

Îro ji ber parka Şaneder a Hewlêr jimareyek rewşenbîr, rojnamevan û hevwelatiyên bajarê Hewlêrê meşek heta ber dergehê parlamento saz kirin. Armanca wan jî wek nerazîbûnekê dijî pesendkirina yasaya xwepêşandanan bû.

Xwepêşanderan dosyek pêşkêşî Serokê Parlamento kirin û têde daxwaza sererastkirina yasaya rêxistina xwepêşandanan kirin. Di wê dosyê de daxwaz hatiye kirin ku tenê bi agehdarkirinê xwepêşandan bê kirin bê ku destûr bê wergirtin. Hevdem rê bê dayîn ku meşên ji nişka ve bên kirin û di yasayê de bê bi cih kirin.

Parlamentoya Kurdistanê roja 3.11.2010an yasaya rêxistina xwepêşandanan pejirand. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî roja 2.12.2010an ew proje îmze kir û roja 29.12.2012an ew yasa ket biwarê bicihkirinê. (Rudaw)
Top