Asayîşa Giştî: Tu kesî teqe li mala Serokwezîr nekiriye
Li gor malpera AKnewsê Birêveberê Asayîşa Giştî Hakim Qadir Hemecan ew nûçeye derew derxistiye û ji wan re ragehandiye ku tu kesî gule li mala Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê nebarandiye û ew teqeyên ku hatine bihîstin jî ji aliyê parêzvanekî mala bavê Berhem Salih ve hatiye kirin.”
Hemecan herweha got, “Di encama lêkolînên me de derket ku di seat 18:30ê de parêzvanekî mala bavê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şaşî du guleyan berdide lê çi ziyaneke canî jî pê nehatiye.”
Duhî şev piştî ku li seat 18:11ê dengê gulleyan li Taxa Şoreşê ya li navîna Silêmaniyê ku mala bavê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê lê ye hat, gotegota wê çendê belav bû ku çend kesan êrîş birine ser mala bavê Berhem Salih ku 7 meh in Salih neçûye wê male.
Hêjayê gotinê ye ku li adara 2002ê grûbeke çekdar a Ensar el-Îslamê êrîş bir ser heman malê ku wê demê Berhem Salih Serokê Hikûmeta Îdareya Silêmaniyê bû, di encamê de 5 parêzvanên wî hatinibû kuştin û yek ji pêkhênerên êrîşê jî hatibû girtin.
(AKnews)