Kristiyanên Kurdistan, Iraq û Cîhanê sipasiya gelê Kurdistanê kirin
Van navendên Krîstiyanî dan xuyakirin, ku ew spasiya serokatiya herêma kurdistanê, hukûmeta herêma kurdistanê û gelê kurdistanê dikin, ji ber ku wan hevsozî û hevkariyek mezin ji Krîstiyanan re dan nîşandan.
Rêvebirê giştiyê kar û barên Krîstiyanan ê li wezareta Ewqafê, alîkarê Papayê Vatîkan ê ji pêş Krîstiyanên Iraqê û rojhilata navîn ve Kardînal Amanuwel Dellî, nivîsgeha Papa Benedekt, Yekîtiya Keniştên Incîlî yên Libnanê, ji pêş Krîstiyanên Afrîka ve Qeşe Dêrik û ji pêş Krîstiyanên Brîtaniya ve Qeşe Sam, spasiya gelê kurd kirin.
Van aliyan bi taybetî, spasiya serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî kirin, spasiya parliyament û hukûmeta herêma kurdistanê kirin û spasiya wezareta Ewqafê ya herêma kurdistanê kirin, ji ber ku wan hevkariyek mezin bi Krîstiyanên Iraqê re kirin û dilsoziyek mezin jî ji bo wan dan nîşandan.
Pêdivêyî nîşandanê ye, ku di serê sala nû de gelek cih û keniştên Krîstiyanan, li gelek deverên cîhanê kevtin ber êrîşên terorîstan de, belê li herêma kurdistanê rêya terorîstan hatibû birrandin û dê her birrandî jî be. PNA