Baweriya me bi Turkiya nayê
Li gor vê nûçeya siteya ExbarulAlem a Turkiyeyî, Edward Nalbendiyan rexneyên dijwar li Turkiye girt û got, ku Turkiye xwe dixapîne.
Edward Nalbendiyan got, ku Turkiye hem xwe dixapîne û hem jî nikare ti kes û aliyekî din jî bixapîne û got, ku ew mercên Turkiye qebûl nakin.
Di vê bêjedana xwe de Edward Nalbendiyan da nîşandan, ku Turkiye ji bo xweşbûna rewşa navbera Turkiye û Armeniya, mercan datîne û ew vê yekê qebûl nakin.
Edward Nalbendiyan got: hemû cîhan qirrkirin û vebirrîna (jenosîda) Armeniyan nas dike û Turkiye dibêje, ku heger ev jenosîd bihê naskirin dê navbera Turkiye û Armeniya xerab bibe.
Di beşekî dinê evê bêjedana xwe de Edward Nalbendiyan got, ku heger Turkiye dixwaze navbera wê û Armeniya xweş bibe, gerek ew rêkevtinên navbera herdu welatan bê merc muhr bike.
Pêdivêyî nîşandanê ye Turkiye dibêje, ku herêma Nagorno Karabax ji aliyê Armeniya ve hatiye dagîrkirin û heta ku navbera wê û Armeniya jî xweş bibe, gerek ev pirsa han bihê çareserkirin. PNA