Giropeka çekdar jineka kiristiyan kuştin û mala wê jî talan kirin
Mala vê jina Krîstyanî li devera Kerade ya nîva bajêrê Baxdadê ye.
Li gor jêderên nûçeyan, ev tawana han duhî derengî şevê çê bûye û ev jina han, bi xençeran hatiye kuştin û gelek tiştên bi nirx yên nav mala wê jî ji aliyê van çekdaran ve hatin dizîn.