• Friday, 29 November 2024
logo

Dê mafê bikaranîna VETOyê ji serok komarê Iraqê re hebe

Gulan Media January 3, 2011 Nûçe
Dê mafê bikaranîna VETOyê ji serok komarê Iraqê re hebe
Ji bilî hevgirtina firaksiyonên kurdistanî û Hevgirtina Dewleta Qanûnê, Eliraqîyye û Hevgirtina Niştimanîya Iraqî jî razî bûne, ku mafê bi karanîna Veto ji serokê Iraqê re hebe. Belê dê bi karanîna vî mafî ji cihgirên serokê Iraqê re tunebe. Endamekî hevgirtina fraksiyonên kurdistanî da xuyakirin, ku dema serokê wezîran Nûrî Malikî bi her 19 bendên karnameya kurdî razî bû, bi evê pirsa Veto jî razî bû.

Endamê hevgirtina fraksiyonên kurdistanî yê ku nexwestî navê wî aşkira bibe ji rojnameya ElşerqElewset re da xuyakirin, ku evaya yek ji daxwazên kurd bûye û serokê wezîrên Iraqê ew qebûl kiriye.

Evî endamê hevgirtina fraksiyonên kurdistanî got: dê ev mafê han tenê ji serokê komarê re be û dê ne ji cihgirên wî re be. Serokê komarê bi xwe jî cihgirên xwe destnîşan dike û dibe ku serokê komarê, hinek desthilatdarîyên xwe bide cihgirên xwe, belê bi karanîna Veto ji wî tenê re ye.

Di vê bêjedana xwe de vî endamê hevgirtina fraksiyonên kurdistanî da xuyakirin, ku dê ev pirsa han (pirsa bi karanîna Veto ji alîyê serokê komarê ve) li parliyamentê bikeve dengdanê de û piştî hîngê bihê pesendkirin û kar pê bihê kirin. PNA
Top