• Friday, 29 November 2024
logo

BDPê dijî darvekirinên Îranê kampanya îmzeyan da destpêkirin

Gulan Media January 3, 2011 Nûçe
BDPê dijî darvekirinên Îranê kampanya îmzeyan da destpêkirin
BDPê dijî darvekirinên Îranê kampanya îmzeyan da destpêkirin

Rêxistina BDPê ya Diyarbekirê bi mebesta şermezarkirina darvekirina ciwanên Kurd ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve kampanya îmzeyan da destpêkirin.

BDPê bi mebesta biryarên darvekirinê yên derbarê ciwanên kurd Hebîbullah Letîfî, Rustem Arkiya, Zeyneb Celaliyan, Enwer Rustemî, Seyd Samî Huseynî, Seyd Cemal Muhammedî, Huseyîn Xîzrî, Hebîbullah Gulperîpur, Şerko Maarfî, Mustafa Selîmî Eyluyi, Muhammed Emîn Aguşî, Reşîd Axkendî, Ahmed Puladxanî, Hasan Talî, Îrec Mihemedi, Muhammed Emin Abdullahî, Qadir Muhammedzade û Ezîz Muhammedzade de hatine dayîn şermezar bike û piştgiriyê bidin girtiyên Kurd ên li Îranê kampanya îmzeyan da destpêkirin.

Dadgehên Rejîma Îranê derbarê ciwanên Kurd de bi îdîaya "Dijatiya Xwedê" kirine û endamên PJAKê ne ceza biriye. Hatibû ragehandin ku Rejîma Îranê mafê girtiyên Kurd ên navnetewî û mirovahî hemû binpê kirine. Herwiha saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî diyar kiribûn ku îşkence li ciwanan hatiye kirin û mafê wan ên jiyanê tê binpêkirin û bi awayekî hiqûqî nayên darizandin.

Rêxistina BDPê jî bo piştgiriya ciwanên Kurd ku li Îranê bi cezayê darvekirinê hatine tawanbarkirin kampanya îmzeyan da destpêkirin. Di teksta îmzeyan de wiha tê gotin: "Ji van kesên rastî ceza hatine hinek jê xwendekar in. Hebîbullah Letîfî û Huseyîn Xezrî, xwendekarên zanîngehê ne û ji ber çalakiyên xwe yên siyasî hatine girtin. Hebibullah Letîfî 26ê Kanûnê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Berê jî gelek kes wiha hatin binçavkirin û înfazkirin. Jiyana Hebibullah Letifî û girtiyên siyasî yên Kurd di metirsiyê de ye. Tê gotin ku dê di demeke nêzîk de wan darve bikin. Ji bo ev biryarên darvekirinê bên rawestandin em bang li hemû kesên dijî binpêkirina mafên mirovan e dikin û dixwazin li hemberî vê biryarê bêdeng nemînin."

BDP piştî van îmzeyan kom bike dê ji Balyozxaneya Îranê re bişîne. Rudaw
Top