Karayilan bo NewYork Times :Em dixwazin pirsgirêk bi diyalog çareser bibe
Nûçegihanê rojnameya Ner York Times Steven Lee Myers, çû Qendîlê û bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê re hevdîtin pêk anî.
Karayilan destnîşan kir gelê Kurd yek ji kevintirîn gelên cîhanê ye û got; “Hemû mafên wî yên netewî û olî hatine redkirin. Armanca me ew e ku em van mafan bidest bixin.”
Di nûçeyê de bal dikişîn li ser biryara bêçalaktiyê û Karayilan diyar dike ku ew ne lewaz in û wiha dipeyve; “Ciwanên me hertim amade ne, xwîngerm û têkoşer in. Lê em dixwazin pirsgirêka Kurd –pirsgirêkek netewî, wek pirsgirêka gelekî- ne bi çek, bi diyalogan bê çareserkirin
Di nûçeyê de tê gotin ku hikûmeta Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, şertên PKK’ê yên ji bo bi temamî dawî lê anîna şîdetê, yên wek berdana siyasetmedarên Kurd ên girtî û avakirina komusyonekî wek ya piştî rejîma Apartheid a Afrîkaya Başûr hatî avakirin, red dike û li şuna vê, heta hilbijartina meha Hezîranê xwedî helwestek nijadperestir e. Herwiha hat diyarkirin ku hikûmet bi hêviya marjînalîzekirina PKK’ê, hinek jestan nîşanî Kurdan bide.
Di nûçeyê de tê gotin ku Karayilan gotiye, Tirkiye ji bo aşitiyek rast ne xwedî vînek a siyasî ye û wana deriyê xwe ji mûzakereyan re negirtine.
Herwiha Karayilan bang li DYE û hêzên din kir ku dest ji bi çavê ‘Şerê li dijî terorê’ lênêrînê berdin û divê pirsgirêkê weke pirsgirêkek netewî binirxînin. ANF