Li Misirê êrîşî dêrê kirin: 21 kes mirin
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Misirê Abdurehman Şahîn da zanîn, otomobîla bombetêkirî dema ku xrîstiyanên kiptî dawî li îbadeta xwe anîne û ji dêrê derketine, li ber deriyê dêrê hatiye teqandin.
Hate ragihandin teqîn di deqîqeyên destpêkê yên sala 2011ê de pêk hatiye û di nav birîndarên bûyerê jî polîs û welatiyên misilman jî hene.
Piştî teqînê di navbera misilman û xrîstiyan de pevçûnên biçûk çêbûne û polîsan navçe dorpêç kiriye.
Hêjayê gotinê ye, Rêxistina El Qaîdeya terorîst meha borî ragihandibû ew dê xrîstiyanên Misirê bike armanca xwe.
Serjimara Misirê 85 mîlyon e ji sedî 7-10ê wê xrîstiyan in.
(AKnews)