• Friday, 29 November 2024
logo

Selahedîn Demirtaş: Heger AKPê bikare hilatina rojê rawestîne ew dikare guhartinan jî rawestîne

Gulan Media December 31, 2010 Nûçe
Selahedîn Demirtaş: Heger AKPê bikare hilatina rojê rawestîne ew dikare guhartinan jî rawestîne
Receb Teyib Erdogan serokê wezîrê Turkiye ragihand, ku ew mafê otonomiyê ji kurdan re qebûl nakin û nahêlin zimanê kurdî jî bibe zimanê duyemê dewleta Turkiye. Li gor nûçeya malpera ExbarulAlem Receb T. Erdogan gotiye: zimanê me yê hevpişk zimanê Turkî ye. Em vê rewşê naguherînin û em nahêlin ev gengeşe jî bihê kirin. Ev gengeşeya weha xizmeta aştiyê, azadiyê û demokrasiyê nake.

Receb T. Erdogan got, ku herkes dikare bi zimanê xwe bipeyive, perrtûkan bi zimanê xwe çap bike û dibe di zankoyan de pişkên bi hemû zimanan hebin, belê zimanê hevpişk zimanê Turkî ye.
Belê serokê Partiya Aştiyê û Demokrasiyê Selaheddîn Demirtaş bersiva Erdogan da û got: Xweda gotinên Receb T. Erdogan qebûl nake. Xweda dibêje ku me hûn kirine hoz û milletên ji hev cuda da ku hûn hev nas bikin. Ev Islama ku Receb Teyib Erdogan baweriya xwe pê dihîne çi Islamek e.

Selaheddîn Demirtaş got: mirov ji dayik dibe û zimanê wî, nasnameya wî ya neteweyî û kultura wî pê re ye. Dema ku Erdogan dibêje tenê zimanek heye û tenê milletek heye, Erdogan dixwaze me nehêle û me bibuhujîne. Ev şaşî ye. Kurd dixwazin di evî welatî de bi ewanên din re bijîn û wekhevî û azadî hebin.

Selaheddîn Demirtaş got: divê serokê hikûmetê bizane, ku ew nikare guherandinê birawestîne. Heger AKP bikaribe hilatina rojê, barîna baranê û bahozê birawestîne, hîngê ew dê bikaribe guherandinê jî birawestîne. PNA
Top