• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê koriya başûr medaliya diplomasî pêşkêşî Nêçirvan barzanî kir

Gulan Media December 31, 2010 Nûçe
Serokê koriya başûr medaliya diplomasî pêşkêşî Nêçirvan barzanî kir
Cihgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê serokê Koreyaya Başûr ve hat xelatkirin û medaliyaya diplomasiyê jê re hat pêşkêşkirin. Ev xelata han ji ber ewê çendê bûye, ku Nêçîrvan Barzanî di biwarê diplomatîk de rolek mezin di navbera Koreyaya Başûr û Iraqê-herêma kurdistanê de dîtiye.

Serokê Koreyaya Başûr Lî Miyon Bak ev medaliyaya han bi cihgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî ve vekir û navê evê medaliyayê jî GwanGwan e.

Ev medaliyaya han li Koreyaya Başûr ji serok û rêberên welatan re dihê pêşkêşkirin û ji ewan kesan re jî dihê pêşkêşkirin, ewên ku di biwarê diristkirina peywendiyên navbera dewletan de karekî çalak dikin. PNA
Top