Şaredariya Wanê derbazî qonaxa duzimaniyê bû
Piştî çend şaredariyên bajarên kurdnişîn, Şaredariya Wanê jî îro bi helawistina tabelayên bi zimanê kurdî û tirkî derbazî qonaxa duzimaniyê bû.
Şaredarê Wanê Bekîr Kaya ji Ajansa Kurdistan Newsê re got, “Armanca me ew e ku em bi awayekî baştir xizmeta xelkê bikin. Em zimanê tirkî wek zimanê resmî qebûl dikin lê bi ya me bikaranîna zimanê kurdî wek zimanê resmî, nabe sedema çi arîşeyekê.”
Şaredarê Wanê axaftina xwe wiha domand, “Ev ziman zimanê xelkê me ye, xelk vî zimanî fêm dike. Eger em xizmetên xwe bi vî zimanî bidin him bo gelê me him jî bo karmendên me hêsantir û bisûdtir e. Li vî bajarî kurmancî bi awayekî berbelav tê bikaranîn. Lewra me biryar da xizmetên xwe bi zimanê kurdî pêşkêş bikin.”
Kaya da xuyakirin ku piştî vê çendê gelek xizmetên yên nivîskî jî dê bi kurdî-tirkî bên pêşkêşkirin û li ser deriyê Bînaya Şaredariyê tabeleya kurdî-tirkî bên helawistin.