• Friday, 29 November 2024
logo

KCK dibêje "Maskeya Erdogan ket!"

Gulan Media December 28, 2010 Nûçe
KCK dibêje
Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê ragihand ku ji axavtina serokwezîrê Tirk R.T. Erdogon ya di Parlamentoyê de kir carek din derket holê ku di warê çareseriya meseleya Kurd de tu projeyek AKP’ê û hikûmeta Tirk tune ye. KCK’ê bal kişand ku rûpûşka (maskeya) Erdogan ketiye û got: “Ji Erdogan diyar bû ku êdî AKP’ê hêviyên xwe bi Ergenekona kesk ve girê dayî.”

KCK li hember axavtina Erdogan a li Parlamentoyê ku projeya Xweseriya Demokratîk a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wek ‘projeyek kirêt û xeternak’ dest nîşan kiribû, hişk bertek nîşan da.

Di daxûyaniya KCK’ê ya di vî warî de wiha hat gotin: “Serokwezîrê Tirk ev çend qirêj û kirêt bûye ku mafên herî xwezayî yên gelekî û projeya wê ya çareseriyê wek kirêtî dinirxîne û li beramber hêzên Kurd ên welatparêz bi zimanekî gefxwar (tehdîtkar), bi helwesteke êrîşkar axiviye.” (Avestkurd)
Top