• Friday, 29 November 2024
logo

Erdogan: Mîllet dê planê jihev bixe

Gulan Media December 28, 2010 Nûçe
Erdogan: Mîllet dê planê jihev bixe
Serokê Partiya desthilatdar a Tirkiyeyê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, “Projeya Xweseriya Demokratîk” wek “plana rêxistina terorê” bi nav kir û got, “Ez ji dil bawer dikim mîlletê min dê vî planî ji hev bixe”.

Erdogan di gotara xwe di civîna heftane ya grûba AK Partiyê de ku ji aliyê Televîzyona Parlamentoya Tirkiyeyê ve bi zindî hate weşnadin diyar kir ku budceya 2011ê hatiye pesendkirin û wan budceya îsal li ser esasê mirovî dariştiye û para herî mezin dane perwerdeyê.

Erdogan da zanîn ku wan di budceya îsal de, ji bo krêdiya bi faîzeke kêm a bo cotkaran 767 mîlyon lîra terxan kiriye û bûrsên ku didin xwendekaran jî bi rêjeya ji sedî 20ê zêde kiriye.

Serokwezîrê Tirkiyeyê got, “Bi boneya 90emîn salvegera qebûlkirina Marşa Mîllî ya Tirkiyeyê me sala 2011ê wek sala Mehmet Akif Erson îlan kir. Mehmed Akif dibêje, “Meseleyên wek Kurdistan û Arnavûtlûk, ev hemû bi destê dijminên Tirkiyeyê ve hatine derxistin.”

Erdogan her weha rexneyên xwe yên ku li Projeya Xweseriya Demokratîk digire domand û wiha axivî:

“Nîqaşên ku di van rojên dawîn de tên kirin planeke kirêt a rêxistina terorê ye. Zimanê me yên hevbeş tirkî ye. Herkes dikare bi zimanê xwe yê dayîkê biaxive lê divê em vê yekê ji zimanê resmî cuda bikin, em neheqiyê nekin û yekparçeyiya civakî parçe nekin. Rêxistina terorê wek berî dîsa dixwaze berî hilbijartinê tesîrê li pêvajoyê bike û rojeva welêt destnîşan bike. Ez ji dil bawer dikim ku mîlletê min dê vî planî xirap ji hev bixe.”

Erdogan amaje bi wê çendê jî kir ku ew tu carî tewîzan ji peşîvekirina demokratîk û demokrasiya pêşverû nadin. (AKnews)
Top