The Economist: Pirsa kurdî dê li 2011ê bibe mijara yekê
Kovara The Economist ku her sal gelek texmînên wê yên bo sala nû rast derdikevin, di analîzên xwe yên li jimara xwe ya taybet ya bi navê “Dinyaya li 2011ê” de, derbarê Tirkiyeyê de helsenganinên balkêş kirin.
Kovarê di tehlîlên xwe yên li ser Tirkiyeyê de dibêje, “AK Partî dê di hilbijartinên pûşpera bê de bi ferqeke pir biçûk dîsa bibe desthilat. Rêjeya dengên vê partiyê dê kêm bibe û dibe ku Recep Tayyîp Erdogan îsal meseleya “sîstema serokatiyê” bîne rojevê.
Her weha tê ragihandin ku dê li Tirkiyeyê jihevdûrketina di navbera “misilmanên dîndar” û “tirkên sipî” de kûrtir bibe û mijara sereke ya polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê jî arîşeya kurdî be.
The Economist dibêje, “Li sala 2011ê meseleya Yekîtiya Ewropayê di rojeva Tirkiyeyê de namîne haya bigre dibe ku Erdogan qet behsa wê meseleyê neke.”
Li gor kovarê kurteya paşeroja Tirkiyeyê bi vî rengî ye:
“Erdogan û hevalên wî yên karî dê wê rastiya tal bibînin ku ji bilî Yekîtiya Ewropayê çi alternatîfeke din a Tirkiyeyê nîne. Dê geşeya bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Sûriye û Iraqê de, qehremaniya wî ya li kolanên erebî ya ji ber rexneyên wî yên ku li Îsraîlê girtine, serincrakêşiya şirîkatiya digel Rûsyayê di warê eneriyê de, kêm bibe. Yên ku dixwazin bi reforman Tirkiyeyê bikin welatekî modern bila li paş xwe û rojhilatê nenêrin, bila berê xwe bidin pêş, Ewropayeke lîberal û demokratîk.” (AKnews)