• Friday, 29 November 2024
logo

Bexdad bondên petrolê yên Herêma Kurdistanê dipejirîne

Gulan Media December 28, 2010 Nûçe
Bexdad bondên petrolê yên Herêma Kurdistanê dipejirîne
Ebdul kerîm Lu`eybî wezîrê petrola Iraqê da xuyakirin, ku dê di ev dema nêzîka pêş de petrola herêma kurdistanê ber bi derve ve bê şandin. Ebdulkerîm Lu`eybî got, ku hemû bondên petrolê yên herêma kurdistanê yên bi kompanyayên biyanî re, yasayî û destûrî ne û ew wan dipejirînin.

Ebdulkerîm Lu`eybî di vê bêjedana xwe de weha jî da nîşandan, ku dê Iraq êdî bikaribe rojane bêtirî du milliyon û 600.000 bermîlên petrolê bişîne derve.

Li angora ev nûçeya Reutersê Ebdulkerîm Lu`eybî daye xuyakirin, ku di vê bareyê de tu nexweşî di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma kurdistanê de tunene.

Ebdulkerîm Lu`eybî di vê bêjedana xwe de, behsa bondên petrolê yên hikûmeta herêma kurdistanê yên bi kompanyaya DNO û kompanyayên dinên biyanî jî re kir û got, ku ew hemû jî yasayî ne. (PNA)
Top