• Friday, 29 November 2024
logo

Wikileaks: Destê hikûmeta Sûriyê di hêrişa ser balyozxaneyan de hebû

Gulan Media December 27, 2010 Nûçe
Wikileaks: Destê hikûmeta Sûriyê di hêrişa ser balyozxaneyan de hebû
Wikileaks belgeyeke diplomasî derbarê êrişên li ser balyozxaneyên Iskendanavî yên sala 2006an li dijî belavkirina karîkatorên pêxember belav kir û di belgeyê de eşkere bû ku Sûriye rê li ber xwepêşandan û êrişkirina balyozên Iskendenavî li Şamê, vekir.

Hikumeta sûrî ji Muftî xwest da ew fermanê bide melayan ku di xutba înê de bêjeyên tund bikar bînin û xelkê gerim bikin. Hikumetê rê li ber berdewamiya tevliheviyê vekir û gava dît ku name giheştiye, wan xwepêşandan bi tundî rawestandin.

Sûriye zilamên olî bikar anî da ji raya giştê ya Islamî re diyar bike ku ew parêzvana rûmeta Islamê ye. (Avestkurd)
Top