Li Ankawa du bombe teqiyan
Çavkaniyeke nêzîkî cihê bûyerê ji AKnewsê re ragihand, “Herdu bombe li nêzîk xaniyekî li hember xwaringeha Menqel Can li Ankawayê teqiyan û ziyanên madî gihande wî xanîyî û tirs xiste nav welatiyan.”
Ev teqîn di demekê de ye ku welatiyên Herêmê bi giştî û yên Ankaweyê û piraniya rûniştvanên wê Xrîstiyanên, xwe ji bo pêşwazîkirina sala nû ya zayînê amade dikin.
Polîs û saziyên pêwendîdar jî dest bi lêkolînan kirine û heta niha jî ti aliyekî berpirsiyariya wê teqînê negirtiye stuyê xwe.
Hêjayî gotinê ye, bajaroka Ankawa bi ser parêzgeha Hewlêrê ve ye û bi sedema xirabiya rewşa ewlekariyê li bajarên Bexda gelek malbatên xrîstiyan ji ber gefa terorê reviyane û piraniya wan li Ankaweyê dimînin.
(AKnews)