• Friday, 29 November 2024
logo

Li Ankawa du bombe teqiyan

Gulan Media December 27, 2010 Nûçe
Li Ankawa du bombe teqiyan
Şeva borî li Hewlêrê, bajarokê Ankawa 2 bombên dengî teqiyan bê ku ziyanên canî li pey xwe bihêle.

Çavkaniyeke nêzîkî cihê bûyerê ji AKnewsê re ragihand, “Herdu bombe li nêzîk xaniyekî li hember xwaringeha Menqel Can li Ankawayê teqiyan û ziyanên madî gihande wî xanîyî û tirs xiste nav welatiyan.”

Ev teqîn di demekê de ye ku welatiyên Herêmê bi giştî û yên Ankaweyê û piraniya rûniştvanên wê Xrîstiyanên, xwe ji bo pêşwazîkirina sala nû ya zayînê amade dikin.

Polîs û saziyên pêwendîdar jî dest bi lêkolînan kirine û heta niha jî ti aliyekî berpirsiyariya wê teqînê negirtiye stuyê xwe.

Hêjayî gotinê ye, bajaroka Ankawa bi ser parêzgeha Hewlêrê ve ye û bi sedema xirabiya rewşa ewlekariyê li bajarên Bexda gelek malbatên xrîstiyan ji ber gefa terorê reviyane û piraniya wan li Ankaweyê dimînin.
(AKnews)
Top