• Friday, 29 November 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derveyê Misir kir

Gulan Media December 27, 2010 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derveyê Misir kir
Duhî yekşemê rêkeftî 26/12/2010 ê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Ehmed Ebulxêt Wezîrê Derveyê Komara Misir û şanda li gel kir ku ji birêz Mihemed Qasim Yarîdederê Wezareta Derve ya Karubarê Erebî, Şerîf Şahîn Balyozê Misir li Iraq û Silêman Osman Konsolê Giştî yê Misir li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de, ku birêz Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derveyê Iraqa Federal, Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo, Dr. Tahir Hewramî Wezîrê Tendirustiyê Herêm û Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê amade bûn, Wezîrê Derveyê Komara Misir xweşhaliya xwe bi vê serdana Herêma Kurdistanê derbirî û mebesta serdana xwe ji bo Serok Barzanî ronahî kir ku ji bo hevdîtina birêz û beşdarîkirina li rêwresma vekirina Konsolgeriya welatê xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û hêvî xwest serdan û vekirina Konsolgeriyê derencameke baş ji bo her du aliyan hebê û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê navçeyeke aram û pêşketiye û eve jî bûye sedema rakêşana hejmareke mezina kompanya û veberhênana çendîn welatan û yek ji wan jî welatê Misire. Her wiha Wezîrê Derveyê Misir vekirina Konsolgeriya welatê xwe ji bo wê sozan vegerand ku Serok Mubarek li serdana fermiya dawiya birêz ya welatê Misir de bi Serok Barzanî dabû û ragihand ku Serok Mubarek û berpirsên bilindên welatê wî gelek bi girîngiyê ve temaşa pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê da dikin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bo wan hengavan spasî Serok Mubarek û Hikûmeta Misir kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê bi heman awayî û bi girîngiyeke mezin ve temaşa pêwendiyên xwe yên li gel welatê Misir dike. Ji ber ku welateke girînge û bi dîrokeke hevbeş jî pêkve hatiye girêdan. Ji bo wê yekê Herêm wiha bawere bingeheke xweş ji bo bihêzkirina pêwendiyan heye û biryara siyasiya Hikûmeta Herêmê ye ji bo karkirina li bercestekirina wan pêwendiyan û hêvî xwest welatên dinê Erebî çav li van hengavên Misir bikin û ronahî kir ku Herêma Kurdistanê li gelek waran da hengavên baş avêtiye û niha jî proseya avadankirin û geşkirina kertên cûr bi cûran de berdewame. Ji bo wê yekê Herêm pê xweşe ku welatê Misir jî li rêya karasanî û piştgiriya kertên taybet bi awayeke baş beşdarî li vê proseyê da bike.

Li mijareke dinê vê hevdîtinê de, di derbarê rewşa siyasiya Iraq û ragihandina Hikûmeta hevbeşa nîştimanî guftûgo hate kirin û li vî warî de Wezîrê Derveyê Misir rola Serok Barzanî û destpêşxeriya wî ya li nêzîkkirina aliyê Iraqiyan bi bilind nirxand ku bi beşdariya sercem pêkhatê serekiyan Hikûmeteke hevbeş pêkhat û bi vê yekê jî Iraq bi sedema wê destpêşxeriyê ve karî li tengasiya siyasî rizgar bibê û bi bêyî Serok Barzanî jî ew Hikûmet pêk nedihat.
Top