• Friday, 29 November 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê di salekê de 524 kes di bûyerên hatûçûnê de jiyana xwe ji des dane

Gulan Media December 26, 2010 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê di salekê de 524 kes di bûyerên hatûçûnê de jiyana xwe ji des dane
Li Herêma Kurdistanê di heyamê 12 mehên sala 2010ê de 524 kes di bûyerên hatûçûyê de jiyana xwe ji dest dane.

Qadir Sedîq Rêveberê Ragihandina hatûçûya Herêma Kurdistanê derbarê rûdanên hatûçûyê li Herêma Kurdistanê de agahî dan û got “Amarên rûdanên trafîkê yên di 12 mehên borî de wiha ye: Li bajarê Silêmaniyê 203 welatî canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 2000 kesên din jî birîndar bûne, Li bajarê Hewlêrê 169 welatî canê xwe ji dest dane û 1025 kesên din jî birîndar bûne, Li bajarê Kerkûkê 85 welatî canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 600 kesên din jî birîndar bûne. Li bajarê Duhokê jî 58 welatî canê xwe ji dest dane û zêdetirî 600 kesên din jî birîndar bûne”.

Qadir Sedîq herweha da zanîn ku ji bilî ziyanên madî, ji ber rûdanên hatûçûyê gelek welatî jî bûne kêm endam û destnîşan kir ku li gor salên borî îsal li herêma Kurdistanê jimara rûdanên hatûçûyê û qurbaniyên wan zêde bûne.
Top