• Friday, 29 November 2024
logo

Li Qamişloyê endamekî DAD’ê hat girtin

Gulan Media December 26, 2010 Nûçe
Li Qamişloyê endamekî DAD’ê hat girtin
Hate zanîn ku Şaxê Ewlehiya Leşkerî li bajarê Qamişloyê bakur-rojhilatê Sûriyê, ji 23ê vê mehê de endamê Komîteya Mafê Mirovan DAD Welîd Yûsêf destgîr kiriye û ta niha ew winda ye û çarenûsa wê ne diyar e.

Serokê Komîteya Kurdî ya parastina mafê mirovan DADê Parêzer Mistefa Oso di axaftinekê de ji Ajansa Kurdistan Newsê re derbarê binçavkirineke dî de wiha aşkere kir, “Roja 23ê kanûnê, Şaxê Ewlehiya Leşkerî li bajarê Qamişloyê, endamê Sekreteriya DADê Welîd Mehmûd Yûsif destgîr kiriye û ta niha ew girtiye û cihê wê ne diyar e.”

Oso aşkere kir ku Yûsif, ji aliyê Şaxê Ewlehiya Leşkerî yê Qamişloyê ve, hate xwestin ji bo pirsyariya hin zanyariyên kesane û hatiye girtin bêyî ku bête zanîn sedemên girtina wê çi ne.

Tê zanîn ku Welîd Mehmûd Yûsif jidayîkbûna Amûde 1971ê ye û derçûyê Kolêja Dermansaziyê ye, xêzandar e û 3 zarokên wî hene.

Sebaret helwesta Komîteya DAD, parêzer Oso, wiha got, “Em girtina hevalê xwe protesto dikin û daxwaza berdana wî a bê şert û merc dikin. Her wiha em daxwaz dikin ku darizandina li pey yasaya awarte raweste û dosyaya destgîrkirina korkî bi giştî bê girtin.”

Tê zanîn ku ev kiryarên han û fişar û guvaş û hukmên curbicur li Sûriyê ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve pêk tên îsal bi awayekî berçav zêde bûne.

Hêjayî gotinê ye, ku kurd li Sûriyê netewa duyem in, anku serjimêriya wan derdorî 3 milyon kurd heye û rêjeya kurdan ji serjimêriya giştî ya Sûriyê ji sedî 12-17 in.


(AKnews)
Top