Bi hewla Mam Celal sizayê darvekirina Hebîbulla rawestî
Herî dawî hewlên serok Talebanî serkeftî bûn û vê sibehê malbata Letîfî hatin agahdarkirin ku sizayê Hebîbulla Letîfî hatiye sekinandin û malbata wî jî bi wê nûçeyê gelek dilşad û kêfxweş bûn û bi dîtina Hebîbulla şad bûn. Di heman demê de spasiya wê hewla mirovî a serok Talebanî kirin.
Hêjayê gotinê ye berê jî serok Talebanî ku peymannameya cîhanî a rakirina sizayê îdamê îmza kiriye, ji bo sekinandina hukmê îdamê ê çend kurdên din yên Îranê, çend hewlên din bi heman awayî dabûn. PUKmedia