• Friday, 29 November 2024
logo

Bi hewla Mam Celal sizayê darvekirina Hebîbulla rawestî

Gulan Media December 26, 2010 Nûçe
Bi hewla Mam Celal sizayê darvekirina Hebîbulla rawestî
Biryar bû îro serê sibehê çalakvanên kurd ê rojhilatê Kurdistanê Hebîbulla Letîfî bê bi darvekirin, lê belê ew biryar hate rawestaidin. Sekinandina wê biryarê di encama hewl û daxwaza serok Talebanî bû ku ji rayedarên komara Îslamî a Îranê kir ku wê sizayê rawestîne, aliyên mirovî di wê biryarê de bê liberçavgirtin û carek din pêdaçûn di wê sizayê de bê kirin.

Herî dawî hewlên serok Talebanî serkeftî bûn û vê sibehê malbata Letîfî hatin agahdarkirin ku sizayê Hebîbulla Letîfî hatiye sekinandin û malbata wî jî bi wê nûçeyê gelek dilşad û kêfxweş bûn û bi dîtina Hebîbulla şad bûn. Di heman demê de spasiya wê hewla mirovî a serok Talebanî kirin.

Hêjayê gotinê ye berê jî serok Talebanî ku peymannameya cîhanî a rakirina sizayê îdamê îmza kiriye, ji bo sekinandina hukmê îdamê ê çend kurdên din yên Îranê, çend hewlên din bi heman awayî dabûn. PUKmedia
Top