Komeleya Kenedî-Kurdî li Silêmaniyê konferansa xwe li dar xist
Di despêka konfransê de bo rêzgirtin li giyanê pakê şehîdên Kurd û Kurdistanê bi rewestandina deqîqeyekê dest pê kir û serokê Komeleya Kenedî-Kurdî Dr.Îhsan Efrînî ji Canadayê ve bi riya telefonê re beşdarê konfransê bû. Pişt re gotara berpirsê komeleyê yê li Herêma Kurdistanê Hozan Xelîl Efrînî hate pêşkêşkirin.
Sinor Ceza Ehmed endama desteya rêveberiya konfransê, ji malpera PUKmedia’yê re ragihand ku bi beşdariya piraniya endamên komeleyê û hin mêvanên şerefê yên rewşenbîr û yasanas, wan konfransa xwe ya salane li darxist.
Li ser lidarxistina wê konfransê, endama desteya rêveberiya konfransê Sinor Ceza Ehmed amaje bi wê yekê kir ku lidarxistina konfransê di vê rojê de gelek girîngiya xwe heye û got: “Di konferansê de me kar û xebata sala 2010’an nirxand û ji bo sala 2011’an jî pilan û bernameyeke nû tê amadekirin.”
Di dirêjehiya axiftina xwe de Ceza da zanîn ku di wê konfransê de mijara parastina mafên mirovan û helwesta her sê welatên serdestên Kurdistanê hate mehkûmkirin, bi taybet ew siyaseta binpêkirina mafên mirovan hate gotûbêj kirin û bidarvekirina lawê kurd yê rojhilatê Kurdistanê, Hebîbulah Letîfî û kuştina leşkerên kurd li nav artêşa Sûriyeyê jî, ji aliyê konfransê ve hate şermezarkirin.