Neviyê Şêx Saîd ji Erdogan re name şand
Diyadîn Firat di nameya xwe de, dibêje, “Tu ev du xûl in serokwezîrî. Vî gelî ev du xûl in piştgiriyeke xurt dide we, we jî hikûmet ava kir lê hûn nebûn desthilat.” Firat di berdewamiya nameya xwe de got:
“We ji sedî 46ê dengan bi dest xist lê li şûna we leşker û bûrokrasiya sivîl desthilat bi kar anî.Di mijara bidestxistina mal,mulk, pere û saman de destê xwe zêde nedan we. Lê we got demokrasî, hûn bi ser neketin, we got adalet hûn nebûn dadpwerwer, we got azadî lê we fişar xist azadiya beşek ji mirovên vî welatî.”
Firat di beşeke din a nameya xwe de da xuyakirin ku Erdogan digel nêrîna îslamî nakok e û got , “Hûn di bin giraniya barê ser milê we de perçiqîn. Hûnê hesabê vê çendê bidin Xwedêyê ku hûn baweriya xwe pê tînin.”
Diyadîn Firat got, “Divê hûn daxwaza hevdîtinê ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bikin. Mesele, jidilî, rastî, muxatabî, bikaranîna zimanê ku mirov ji hev fêm bike ye. Bawer bikin dewlet ne pîroz e. Tiştê ku pîroz e mirov e. Lê tiştê ku dewletê pîroz dike, heq, adalet, yeksanî û salkirina azadiyê ye.
Firat berê jî bi armanca aşkerekirin cihê gora babîrê xwe Şêx Saîdê Pîran ku ji aliyê dewletê ve hatiye veşartin, serî li Serokwezîr û Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê dabû.
Firat di dawaya ku li dijî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî vekiribû de bi ser ketîbû ku Bahçelî heqaret li Şêx Saîdê Pîran kiribû.
Şêx Saîd sala 1865'ê li gundê Qolhisar a bi ser Xinisa Erziromê hate dinê. Serkêşiya serhildana kurdan a 1925'ê kir, bi 46 hevalên xwe re li Diyarbekirê di Dadgeha Îstiklalê de hate darizandin û cezayê darvekirinê lê hate birîn.
Şeva 28'ê Hezîranê Şêx Saîd û 46 hevalên xwe hatin daliqandin. Ligel ku 85 sal di ser bidarvekirina wan re derbas bûne jî, hêj bi fermî nayê aşkerekirin ka ew li ku derê hatine veşartin.
(AKnews)