• Friday, 29 November 2024
logo

Erebîstan a Siûdî Serê 40 girtiyên Iraqê jêkiriye

Gulan Media December 25, 2010 Nûçe
Erebîstan a Siûdî Serê 40 girtiyên Iraqê jêkiriye
Kemîle Mûsewî Parlamentera Hevpeymaniya Niştimanî ragihand, desthilatdarên Erebîstan a Siûdî serê 40 girtiyên Iraqî birîne.

Kemîle Mûsewî di civîneke rojnamegeriyê de li Bexdayê got, “Pêvajoya serbirîna wan girtiyên iraqî bi awayekî hovane û bi riya bikaranîna şûr di qadên giştî de hat encamdan û ev yek dijî yasayan e.”

Mûsewî xuya kir ku ew pêvajo dûrî tedbîrên yasayî bû û piştî wê yekê hat encamdan ku ew girtî rastî îşkenceyê canî bûn û sûcên li ser xwe qebûl kirin.

Mûsewî her wiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, Komisyona Mafên Mirov û Xaça Sor ya Navneteweyî kir ku jiyana girtiyên iraqî yên di zindanên Erebîstan a Siûdî de rizgar bike.

Parlamenter her wiha xwest ku komîteyeke navneteweyî ji bo xwendina dosyayên wan girtiyan pêk be.

Di salên borî de desthilatdarên Erebîstan a Siûdî ragihandin ku wê çend kesên Îraqî yên ku bi qaçaxî derbasî welatê wan bûne, girtine.

Li gorî amarên nefermî 600 iraqî di zindanên Erebîstan ê de ne. (AKnews)
Top