Ferhat Pîrbal: Ol bo meleyan, huner jî bo hunermendan e
Piştî belavkirina helbestekê li Kovara Wêranê, yekşema borî Dadgeha Hewlêrê, cezayê sê sal zîndanî (digel ragirtina bicihanîna wê) û 5 mîlyon dînar li nivîskar, lêkoler û mamostayê Zanîngeha Selahedînê Ferhad Pîrbal birî.
Ev ne cara yekê ye dadgehên Hewlêr û Herêma Kurdistanê cezayeke bi vî awayî li nivîskar û rewşenbîran dibirin. Elbet her tim di van dadgehan de kesên olî yan partiyên îslamî an jî herdu bi hev re, aliyê şikayetkar in.
Cezayê ku li Pîrbal hate birîn di navendên rewşenbirî û akademîk de bû sedema diltengiyeke mezin.
Pîrbal di hevpeyvînekê de bi malpera AKnewsê re got, “Partiyên îslamî bi awayekî giştî û mele, bi çavê dîn li hemû tiştan dinêrin heya bigre hûner û edebiyat jî. Yanê bi têgihiştina wan huner divê wek dine, li ser exlaqê semîner bide, ew edebiyatê wiha fêm dikin. “
Pîrbal dibêje, “Ez li Fakûlteya Hunerê mamostayê felsefeyê me û di nivîsandinê de tecrubeya mina 30 salî heye, min fêm kiriye ku dîn mirov hîdayet dike lê huner û edebiyat tenê îfadeya jiyanê dike, lê digere gelo ji bo xwendevan û bîner çi sûd û tamek ji wê îfadeya hunerî de heye. Dîn rê nîşanî te dike û aşkere ye ku çi dixwaze lê erka huner û edebiyat ji ya wê cihê ye.
Dema ku huner û edebiyat xwe derdibirin û îfade dikin, bi dilê mele û partiyên îslamî nabe. . Lewra bi têgihiştina min erka civaka me ew ku dîn ji edebiyat û huner cihê bike, eger ew yek neyê kirin bi kêmayî nabe rê li ber mele û partiyên siyasî bê vekirin ku dest li edeb û hunerê wer bidin.”
Pîrbal li ser têkiliyên partiyên îslamî û desthilatê jî dibêje, “Ew hevpeymaniya ku Lîsteya Kurdistanê digel partiyên îslamî li Bexdayê pêk aniye, desthilata Herêma Kurdistanê neçar kiriye ku çavpoşî li gendeliyên partiyên îslamî yên li Kurdistanê bike, ev nazhilgirtina ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve ku ji bo ku partiyên îslamî li Bexdayê cihê nebin tê kirin, bûye sedema wê çendê ku asayîşa herêma Kurdistanê têk biçe û di vê meseleyê mezintirîn bac jî ji aliyê nivîskar û rewşenbîran ve tê dayîn.”
Ebdulrezak Elî/Serbaz Salih (AKnews)