Li Ewrûpayê malbat li ber îflasê ne
Beljîkaya ku gelheya (nifûsa) wê nêzî 10 mîlyonî ye, malbatên ku nikarin deynên fatûrayên xwe bidin; ji ber îflasê (topavêtinê) ne, serî li dadgeha bazirganiyê didin. Li gor zagonê, peywirdarê/a ku dadgehê peywirdar kiriye, bi deyndêrên malbatê re rûdine û deynan ji nû ve vesaz dike. Merca vê yekê jî ew e ku divê malbat bipeyîtîne ku nikarin deynên xwe bidin.
Jixwe piştî ku zagon di 2002’an de derket, wek şîrketan, malbatên topavêtina xwe radigihîne jimara wan roj bi roj zêde bûn. Li gor Rojnameya De Standaard a Beljîkayê ku xwedî tîrajeke mezin e, malbatên ku top avêtine li gor par (sala borî) rêjeya wan ji sedî 24 berz bûye û gihiştiye 86 hezar û 502 malbatî. Her wiha serlêdanên ji bo wergirtina alîkariya sosyalê û pereyê bêkariyê (bêîşiyê), hema bigire gihiştiye 400 hezarî.
RÊJEYA HEJARAN JI SEDÎ 25 ZÊDE BÛN
Holandaya ku welatekî din e ku ketiye nav pêlên qeyranê, rewşa wê hinek cûdatir e. Malbatên ku nêzî tixûbê (sînorê) hejariyê dibin, di şûna dadgehê serî li ‘Bankaya Xurekan’ didin. Ev bankaya ku ji bo hejaran hatiye avakirin, şaxên wê di hefteyê de li nêzî 24 hezar malbatan xurek belav dikin. Bankaya ku di sala 2002’ê hatiye avakirin, niha li tevahiya welat 130 şaxên wê hene. Damezrînerê Weqfa Bankaya Xurekan a Holandayê Cara Sise Frank bal dikişîne û dide zanîn ku malbatên ku alîkariyê digirin ji sedî 23 ji koçberan pêk tê.
Frank gazindan dike ku siyasetmedar û polîtîkavan rewşa hejaran nayînin (nahênin) ziman û wiha pêde çû: “Serlêdanên malbatên hejar zêde bûn. Lê belê li beramber vê yekê di jimara şîrketên alîkariyan belav dikin de paşveçûn çê bûn û kêm bûn. Em di nava pêvajoyeke xeternak û metirsîdar de ne. Hilberînerên ku piştgiriya me dikin, ji bo mal û berhemên xwe bifiroşin rê û rêbazên cûda diceribînin. Bo nimûne mal û berhemên ku alandinên (ambalajên) wan xerabe ne ji me re nayînin, hewl didin bi awayekî din vana jî bifiroşin. Bêguman di vê yekê de bandora qeyranê jî hey e.”
Alîkarhezê Holandayî Frank ku piştî karê xwe wenda kiriye, biryar daye ku ji bo hejaran tiştek bike; derbarê avakirina bankaya navborî de wiha dibêje: “Dema ku karê êdî baş neçû em neçar man şîrketa xwe dabixin. Êdî me hewl dida bi alîkariya dewletê debara xwe dabîn bikin. Lê belê zora min diçû ku bi bacên gel dide, ez debara xwe terxan dikim; lewre min biryar wergirt ku ez ê alîkariya kesên di vê rewşê de ne, bikim.”
HEJARÎ ZÊDETIR LI ZAROK Û KOÇBERAN BANDOR DIKE
Li Almanyayê qurbanên herî mezin ên hejariyê zarok in. Almanyaya ku li gor amarên fermî jimara bêkaran gihiştiye nêzî 5 mîlyonî, ji temen 15 salî biçûktir ji her 6 zarokan jê yek malbatên wan debara xwe bi alîkariya sosyalê ya bi navê ‘Hartz-IV’ dabîn dikin. Kesên ku alîkariyê ji ‘Hartz-IV’ werdigirin tê wê wateyê ku demeke dirêj e bê îş û kar in. Li gor Ajansa Kar a Federal li eyaletên rojhilat ên vî welatî, ev rêjeya digihêje ji sedî 27’an.
Li paytexta Almanya Berlînê ku lê zêde koçber dijîn, ji her 3 zarokan jê yek, malbata wê/wî ango bi rêjeya ji sedî 36,2 bi alîkariya sosyalê ya ‘Hartz-IV’ a ku 340 euroyî dide debara xwe terxan dike. Rêje, çiqas ber bi rojavayê vî welatî ve diçe, dadikeve. Eyaleta Bavyera ku lê pîşesaziya otomotîvê bi hêz û xurt e, rêjeya navborî 7,6 e û li eyaleta Baden-Württemberg 8,8 e. Endama Meclîsa Federal a Partiya Çep a opozîsyon (mûxalîf) Sabine Zimmermann ji vê rewşê gazindan dike û diyar dike ku pêwîst e pereyê (diravê) zarokan bê berzkirin û zêdekirin. ANF